Polîsê Hewlêrê: Kesek di dema êrîşkirina ser fermangeheke hikûmetê de hat kuştin
"Kesekî xwest biçe nav Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê û êrîş kire ser pasevanan."
Hewlêr (K24) – Rêveberiya Polîsê Hewlêrê bi daxuyaniyekê zanyarî li ser êrîşa kesekî bo ser Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir û ragihand; di dema rûbirûbûnê de êrîşkar hat kuştin.
Di daxuyaniya Rêveberiya Polîsê Hewlêrê de hat ragihandin; vê êvarê 27ê Mijdara 2021ê di demjimêr 18:00ê de kesekî xwest biçe nav Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê û êrîş kire ser pasevanan, ew jî rûbirû bûn û di encamê de êrîşkar jiyana xwe ji dest da.
Herwiha hat diyarkirin: “Hêzên me demildest gihîştin cihê bûyerê û termê kuştî yê bi navê M. M bo bijîşkê dadê hat veguhestin.”
Rêveberiya Polîsê Hewlêr eşkere kir: “Lêkolîna li ser bûyerê dest pê kiriye û em ê piştre zanyariyên zêdetir li ser vê mijarê belav bikin.