5 Pêşmerge li Germiyanê şehîd bûn
Çekdarên DAIŞê derenegê şeva borî êrîşî ser sengerên Pêşmerge li gundê Kuleco kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrîşeke çekdarên DAIŞê de, pênc Pêşmerge şehîd bûn û çar Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Peyamenêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, çekdarên DAIŞê derenegê şeva borî êrîşî ser sengerên Pêşmerge li gundê Kuleco kirin û Pêşmergeyan rûbirûyî çekdaran bûn û êrîşa wan şikand.
Diyar kir jî, Di encama teqîna bombeyekê bi Hummereke hêza Pêşmerge de, pênc Pêşmerge şehîd bûn û çar Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Peyamnêrê me destnîşan kir, 4 Pêşmerge di şikandina êrîşa DAIŞê de birîndar bûn. Piştre dema hêza Piştevanî xwast birîndaran veguhêzin, bombeyek di Hummera Pêşmerge de teqiya.
Pêşmergeyekî ji K24ê re ragihand, çekdarên DAIŞê destpêkê bi çekê qenas êrîş kir, dema em bi hawara wan hatin, bombeyek teqiya û 2 efserên bi pileya Raîd û 3 Pêşmerge şehîd bûn.
Tê nûkirin..