Li Minbicê di teqînekê de 4 sivîl hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqînekê li bajarê Minbicê de, 2 jin û 2 zarok hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafê mirovan ragihand, otombêleke bombekirî li nava bajarê Minbic teqiya. Di encama teqînê de, 2 Jin û 2 zarok hatin kuştin.
Diyar kir jî, di teqînê de 5 kes birîndar bûn di nav wan de 3 endamên asayîşa Minbicê hebûn.
Ev teqîn di demekê de ye, berpirsên Hevpeymaniya Navdewletî hişyarî li ser zêdebûna êrîşên DAIŞê li Sûriyê dabûn.