Amerîkayê êrîşa DAIŞê şermezar kir: Em piştevaniya xwe ji bo Pêşmerge didomînin

"Em bi tundî êrîşa terorîstên tirsonek ên DAIŞê şermezar dikin."

Wesayîta hêzên Pêşmerge ku bombeke DAIŞê pê de hat teqandin, wêne: Herêm Caf / K24
Wesayîta hêzên Pêşmerge ku bombeke DAIŞê pê de hat teqandin, wêne: Herêm Caf / K24

Hewlêr (K24) – Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşa DAIŞê ya ser sengerên Pêşmerge şermezar kir û ragihand: “Em piştevaniya xwe ya ji bo Pêşmerge didomînin.”

Di daxuyaniya xwe de Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê diyar kir: “Em bi tundî êrîşa terorîstên tirsonek ên DAIŞê şermezar dikin, ku şeva borî li nahiya Kuleco ya li navçeya Germiyanê êrîşî hêzên Pêşmerge kirin.”

Herwiha eşkere kir: “Amerîka rijd e li ser piştevanîkirina hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê û piştevaniya hewldanên wan ên ji bo baweriya berdewam a têkbirina DAIŞê dike.”

Di beşeke din a daxuyaniya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê de hatiye destnîşankirin: “Em sersaxî û hevsoziya xwe arasteyî malbatên wan pêşmergeyên wêrek dikin, ku di êrîşê de canê xwe spartin û birîndar bûn.”