Tirkiyê derdora gundê Hirûrê bombebaran kir

Topxaneyên Tirkiyê baregehên PKKê yên li derdora gundê Hirûrê bombebaran kir.

Gundê Hirûrê yê ser bi nahiya Kanî Masî ya li navçeya Amêdiyê
Gundê Hirûrê yê ser bi nahiya Kanî Masî ya li navçeya Amêdiyê

Hewlêr (K24) – Rêveberê Nahiya Kanî Masî Serbest Sebrî ragihand; topxaneyên Tirkiyê baregehên PKKê yên li derdora gundê Hirûrê yê ser bi nahiya Kanî Masî ya li navçeya Amêdiyê bombebaran kir.

Serbest Sebrî ji K24ê re ragihand; îro yekşemê 28ê Mijdara 2021ê ji demjimêr 11:00ê ve topxaneyên Tirkiyê dest bi bombebarankirina baregehên PKKê yên li derdora gundê Hirûrê yê ser bi nahiya Kanî Masî ya li navçeya Amêdiyê kiriye.

Rêveberê Nahiya Kanî Masî Serbest Sebrî destnîşan kir ku li gundê Hirûrê niha zêdetirî 70 mal hene û derdora wî hemû daristan in, car caran şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de li wê deverê rû dide.

Sebrî herwiha eşkere kir; ji ber bombebaranên Tirkiyê zirar û ziyan digihîje xelkê gund, lê belê di bombebarana îro de heta niha zirar negihîştiye can û malê kesekî.