6 sal di ser kuştina Tahir Elçî re derbas bûn
Di 6emîn salvegera kuştina Tahîr Elçî de li Diyarbekirê ji aliyê Baroya Diyarbekirê ve çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
Diyarbekir (K24) - Di 6emîn salvegera kuştina Tahîr Elçî de li Diyarbekirê ji aliyê Baroya Diyarbekirê ve çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren amaje kir ku bila raya giştî ya Tirkiyê û Kurdistanê bizanin ku heta kujerên Tahîr Elçî werin sizadan ew ê tekoşîna xwe bidomînin.
6 dal di ser kuştina Tahîr Elçî rederbas bûn û bi boneya bîranîna Tahîr Elçî li Diyarbekirê rêzeçalakî hatin li darxistin. Çalakiya yekem ber Avahiya Dadê ya Diyarbekir derst pê kir û parêzerên ji baroyên curbecur heta ber Minareya Çarling meşiyan.
Meşa parêzeran li ber Minareya Çarling bi dawî bû û li ber Minareya Çarling daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin. Serokê Baroya Diyarbekir Nahît Eren anî zimên ku Tahîr Elçî kesayetek hêja yê Kurdistanê bû û bila raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê bizanibin ewê heta ku kujerên Tahîr Elçî werin sizadan tekoşîna xwe bidomînin.
Hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî jî axaftinek kir û banga cîbicîkirina dadê kir. Birayê Tahîr Elçî Ahmet Elçî jî amaje kir ku dewlet eger bixwaz dikare kujeran peyda bike.
Birayê Tahîr Elçî Ahmet Elçî diyar kir: “Eger dewlet bixwaze dikare kujeran peyda bike. Helîfeyê îslamê Hezretê Omer digot mihek li ber Dîcleyê winda bibe mesuliyeta wê ser milê me ye wesselam.”
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Tahîr Elçî beşdarên rêrismê qurnefîl danîn ber lingên Minareya Çarling û paşê jî bernameya bîranîna Tahîr Elçî li Goristana Yenîkoyê berdewam kir.
Li ser gora Tahîr Elçî jî banga ronîkirina doza Tahîr Elçî hat kirin û hiqûqnasan amaje kirin pêwîst bû ku doz heta niha dirêj nebûya û kujer bihatan sizadan û dirêjbûna dozê ji mijulkirinê ye.
Parêzerê Doza Tahîr Elçî Mursel Ekîcî destnîşan kir: “Edaleta derengmayî jî nabe edalet. Em hêvî dikin demildest kujer werin peydakirin û sizadan.”
Hiqûqnas Nûşîrevan Elçî ragihand: “Serokwezîrê wê demê paşê got ew kuştin, kuştineke siyasî bû. Ji ber ku siyasî ye ronîkirina wê evqas dereng maye.”
Tahîr Elçî dema ku serokê Baroya Diyarbekir bû di 28ê Mijdara sala 2015an de di nava pevçûnekê de li ber Minareya Çarling hatibû kuştin. Doza kuştina Tahîr Elçî hîn jî didome û 3 kes di dozê de tên darizandin lê kujer hîn jî nehatine peydakirin.