Bajarê Sine “Bajarê Hezar Peykerî”
Navenda Nûçeyan (K24) – Gelek peyker li nava meydan, park û cihên geştiyariyê yên bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatine danîn û bejar wek “Bajarê Hezar Peykerî” tê naskirin.
Piraniya peykeran jî ji aliyê peykersaz Hadî ziyadînî ve hatine dirustkirin.
Bajarê Sinê li dawiya zincîreya çiyayê Zagrosê dikeve, navenda mîrîtiya Erdelan bû û niha dora 500 hezar kes lê dijîn.
Bajarê Sinê ku wek paytexta amûra defê tê naskirin, ji aliyê UNICSO ve jî wek Bajarê Mûzikê hatiye naskirin.