Li Rihayê hunera çêkirina xalên ser laşê mirovan zindî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Deq bi navê din tatû, parçeyeke giring ya kultura Kurdistan û mezopotamya ye. Dîroka deqê heta dema neolîtîk diçe ku mirovan her laşê xwe bi boyax û tiştên din nexşe kirine. Olên mezin û şaristaniyên wek Roma û Yunanê ev kultur qedexe kiribin jî heta îro xwe gihandiye û bi şewazeke din li hemû cîhanê belav bûye. Deqên ser dev û lêv û destên dayîkên pîr, niha şûna xwe didin nexşên cuda yên tatûyê.

Hin nerît û kulturên hezaran salan yên Kurdistan û mezopotamyayê, xwe gihandine heta îro. Hin ji wan jî, bi guhertinên biçûk bûne parçeyeke kultura cîhanê.

Xal û nexşên li ser laşê mirov, ji hezaran salan heta îro hatine. ku jê re dibêjin deq bi navê din tatoo (tatû). Piranî li ser dem û lêv û destên jinan bi destên hosteyên jin tên çêkirin.

Hosteyên vî karî piranî jin in. Her nexşek armancek xwe heye û hin ji wan jî li gor herêm û hozan tên guhertin.

Lêkoler dibêjin, ev nerît li Kurdistan û mezopotamya, di nav Kurd û Ereb û Suryaniyan de zêde ye.

Lêkoler Ramazan Ozgultekîn di vê derbarê de dibêje: “Dermanê jê deq tê çêkirin, bi tevlihevkirina şîrê dayika ku pitika porzer aniyê dinyê û teniyeke baş û pak bidest dibe. Piştre ev wek hevîrê li ser cihê deq were çêkirin tê belavkirin û bi derziyên taybet ew derê laşê tê kunkirin. nexşên bi derziyan hatine vekirin dermanê dikşînin nav xwe û tevlî xwînê dibin. Piştre şîn dibin û li wir dimînin.”

Ev nerît û kultur bingeha xwe ji bawermendiyên kevin yên Kurdistan û mezopotamya anîne. Olên sereke yên navçeyê Krîstiyanî û Îslamî ev yek qedexe kirine. Lê nexşên nerîta kevnar heta îro hatine û bi şewazên cuda li hemû cîhanê belav bûne.