Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Teqedum kir

Di civînê de tekezî li ser cîbicîkirina pirensîpên şirîkatî, hevsengî û çaksaziyê di hikimdariya qonaxa bê de hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 07.12.2021ê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî û şanda pê re kir.

Di destpêka hevdîtinê de Serokê Hevpeymaniya Teqedum sersaxî û hevxemiya xwe bi malbatên wan Pêşmergeyan ku di encama êrîşa terorîstên DAIŞê de di çend rojên borî de şehîd bûne, gihandin Serok Barzanî.

Di beşeke din a hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê, encamên hilbijartinên Parlamentoyê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Beşdarên civînê tekezî li ser cîbicîkirina pirensîpên şirîkatî, hevsengî û çaksaziyê di hikimdariya qonaxa bê de kirin, da ku Iraq ji kirîz û aloziyan rizgar bibe.

Fly Erbil Advertisment