Serok Barzanî pêşwazî li Patriyerkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê kir

Patriyerkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê daxwaz kir ku Serok Barzanî rola xwe ji bo nêzîkkirina aliyên Iraqî û bicihbûna aramiyê li Iraqê bigire.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 12/12/2021ê pêşwazî li Patriyerkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Kardînal Liwîs Sako kir.

Di hevîdîtinê de ku Metran Beşar Werde amade bû, rewşa siyasî û dawî pêşhatên Iraqê hatin guftûgokirin û Patriyerkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê daxwaz kir ku Serok Barzanî rola xwe ji bo nêzîkkirina aliyên Iraqî û bicihbûna aramiyê li Iraqê bigire.

Her di wê civînê de, rewşa Kirîstiyanan li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin û tekezî li kûrkirina çanda pêkvejiyan û birayetiyê di navbera pêkhateyan de hate kirin.

Dîmenek ji hevdîtinê

 

Fly Erbil Advertisment