Li ser erkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê termên koçberên li Kenala Înglîz xeniqîne dê bêne vegerandin
Fermangeha Pêwendiyên Derve û Nûneretiya Hikûmeta Herêmê li Fransa bi vegerandina terman hatine raspardin
Navenda Nûçeyan (K24) – Termên koçberên kurd ên roja 24ê Mijdara borî di Kenala Îngilîz de xeniqîne, li ser erkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê vegerin Herêma Kurdistanê.
Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştî bûyera xeniqîna hejmarek ji koçberan di deryaya navbera Fransa û Brîtanayê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Fermangeha Pêwendiyên Derve û Nûneretiya Hikûmeta Herêmê li Fransa raspard, her karekî pêwîst ji bo vegerandina termê qurbaniyên Kurd ên wê bûyerê.
Diyar kir jî, di vê heyamê de, Fermangeha Pêwendiyên Derve û Nûneretiya Hikûmeta Herêmê li Fransa bi hevahengî ligel Wezareta Navxwe ya Herêmê û Nivîsgeha Serokwezîr, tevahiya karên pêwîst kirin, ji bo naskirina terman, bi taybet şandina pencemorên wan welatiyên Kurd ên di wê belemê de bûn. Herwiha hevahengiya wan ya temam bi Wezareta Dad û Wezareta Navxwe û Polîsa Fransa re û tîma lêkolînê ya wê bûyerê de re hebû.
Biryar e di çend rojên borî de, Hikûmeta Fransa bi awayekî fermî nave wan welatiyên Kurd bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo ew bi rêkarên pêwîst ji bo vegerandina terman rabe.
Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, di çend rojên borî de navên hin wan qurbaniyan di medyayê de hatin belavkirin, lê ew nav bi ti awayekî ne fermî ne û saziyên fermî yên Fransayê jî ew nav piştrast nekirine, piştî temambûna lêkolînan, dê nasnameyên qurbaniyan werin ragihandin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxiyê li malbatên qurbaniyan dike û wan dilniya dike ku ew ê pêwîst be ji bo vegerandina termên qurbaniyan, dê bike û dê li ser erkê xwe wan terman vegerîne Herêma Kurdistanê.