Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 3 kesan canê xwe ji dest dan û 12 haletên pêketinê hatin tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 12 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 1 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûye
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 37184 kesan, ji wan 2514 kes baş bûne û 1503 kesan jî canê xwe ji dest dane.