Wergêrekî Artêşa Amerîkayê: Sedam di nava çalê de nehat girtin
“Bikaranîna wê çalê, tenê ji bo propagandayê bû.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Yek ji wan wergêrên Iraqî ku ligel artêşa Amerîkayê dixebitî, bêyî ku navê wî were eşkerekirin, ragihand; Sedam Husên di nava wê çalê de nehat girtin.
Wergêr ji ber tirsa kuştinê, navê xwe eşkere nekiriye û gotiye: “Bikaranîna wê çalê, ku goya Sedam Husên xwe tê de veşartibû, tenê ji bo propagandayê bû.”
Herwiha diyar kiriye: “Sedam Husên di 13ê Kanûna 2003an de, di rojekê de hat desteserkirin, ez bawer im nimêj dikir, haya wî ji tiştekî tunebû, tiştê ku tê gotin di çalê de bû, rast nîne.”
Derbarê odeya wî de wergêr gotiye: “Di odeya wî de du cihên razanê, radyo û televîzyoneke biçûk û hinek cilûberg û pêlav hebûn.”
Çavkanî: Rûsya El Yewm