Li Rojavayê Kurdistanê 4 kesan bi Korona canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 4 kesan canê xwe ji dest dan û 14 haletên pêketinê hatin tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 14 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, li hemberê jî ti haleteke başbûna ji vê vîrûsê nehatiye tomarkirin.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 37203 kesan, ji wan 2514 kes baş bûne û 1509 kesan jî canê xwe ji dest dane.