“Bloka Sadir” ji Hewlêrê ve dest bi danûstandinên avakirina hikûmeta nû dike
Şanda Danûstandkar a Tevgera Sedirê li Hewlêrê bi şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Danûstandkar a Tevgera Sedirê bi serokatiya Hesen El-Ezarî gihîşt Hewlêrê û bi şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serokatiya Hişyar Zêbarî re civiya.
Di wê derbarê de, Tevgera Sedirê di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de hejmarek pirsên cihê girîngiya her du aliyan hatin guftûgokirin û tekezî li ser destpêkirina qonaxeke nû ji bo xizmetkirina Iraqê hate kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, her du aliyan li ser "têgihîştina dualî ya ji bo avakirina hikûmeteke pirranî ya niştimanî" gotûbêj kirine.
Hikûmeta "piranî ya niştimanî" daxwaza sereke ya bloka Sedirî ye ku Muqteda Sedir serokatiya wê dike û di hilbijartinên vê dawiyê de 73 kursiyên Encûmena Nûneran bi dest xistine.
Di daxuyaniyê de hat gotin jî, Zêbarî tekezî li ser berfirehkirina asoyên hevkarî û hevahengiya hevbeş ji bo bilezkirina avakirina hikûmetekê ku daxwazên gel pêk bîne, kiriye.
