Hevpeymaniya Navdewletî: Êrîşên milîsan bûye metirsî li ser erkên me

"Êrîşên komên çekdar ên Şîe, bo ser navendên hêzên me li Iraq û Sûriyê bûne metirsî li ser cîbicîkirina karên me."

Hewlêr (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîkayê ragihand; êrîşên komên çekdar ên Şîe, bo ser navendên hêzên me li Iraq û Sûriyê bûne metirsî li ser cîbicîkirina karên me.

Di daxuyaniya Hevpeymaniyê de hatiye diyarkirin; vê sibê êrîşeke mûşekî bi heşt mûşekan li ser gundê Xezra hat kirin, ku baregeheke ser bi Hêzên Sûriya Demokrat û hejmareke kêm a şêwirmendên Hevpeymaniyê ye li bakurê rojavayê Sûriyê û ti ziyaneke giyanî lê nebûye.

Hat eşkerekirin; Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriya Demokrat bersiva bilez a wan êrîşan dane û li ser bingeha zanyariyên îstixbaratê, şeş topên dûravêj ber bi wan xalan ve hatine teqandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Mafê Hevpeymaniyê heye ku berevaniya xwe û hevbeşên xwe bike û rûbirûyî her cûre êrîşan bibe.”