Xwepêşandanên Kazaxistanê geştên firokxaneyan û xizmetên bankî radiwestînin
Serokê Kazaxistanê bo heyama 2 hefteyan rewşa awarte ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî Alma-Ata paytext, li seranserî Kazaxistanê rewşa awarte hat ragihandin. Xwepêşander jî ketin nav avahiya Şaredariya Almaata.
Piştî girankirina nirxê sotemeniyê li Kazaxistanê, xelk daket ser cadeyan û dest bi xwepêşandanên nerazîbûnê kirin.
Li gor medyaya Kazaxistanê, li qada Cumhuriyetê ya li Alma-Ata, îro danê sibê pevçûn derketin û dora 50 zirîpoş û wesaîtên leşkerî li bajêr hatin belavkirin.
Serokê Kazaxistanê, Kassym-Jomart Tokayev, ferman da ku komîteyek hikûmetê were avakirin, da ku daxwazên xwepêşanderan bicîh bîne û buhayê gazê kêm bike.
Serokê Kazaxistanê li paytext Alma-Ata û bajarê Mangistau bo heyama 2 hefteyan rewşa awarte ragihand. Rewşa awarte piştre bo hemû welat hat ragihandin.
Digel ragihandina rewşa awarte, xwepêşander karîn derbasî nav avahiya Şaredariya Alma-Ata bibin. Torên civakî û xetên înternetê hatin birîn û hejmarek malperên ku nûçeyan belav dikin hatine girtin.
Li gorî raporta Banka Neteweyî, li Kazaxistanê ji ber xwepêşandanan, karê bank û borseyan bi awayekî demkî hatiye rawestandin.
Xwepêşanderan firokexaneya Alma-Ata jî kontrol kirin û karmend ji firokexaneyê hatin derxistin. Hat ragihandin jî, geştên asmanî heta îro demijmêr 12:00 hatin rawestandin.
Xwepêşandan li bajarên din jî belav bûn. Li Alma-Ata, xwepêşander bi hêzên ewlehiyê re ketin pevçûnê û polîsan bombeyên gazê û dengî bi kar anîn.
Li gor çavdêran, Kazaxistana heta sala 2019an ji ber sîstema dîktatorî ya Serok Nursultan Nazarbayev, wek welatekî aram dihat dîtin, lez û tundiya xwepêşandanan, ne tenê ji ber buhabûna nirxê sotemeniyê ye.