Li Kazaxistanê zêdetir ji hezar kesî birîndar bûne
400 birîndar li nexweşxaneyan e û 62 kes jî di bin çavdêriya hûr de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tenduristiyê ya Kazaxistanê ragihand, zêdetirî 1000 kesî li Kazaxistanê ji ber xwepêşandanên vê dawiyê birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Kazaxistanê ragihand, zêdetirî hezar kes li navçeyên cuda yên Kazaxistanê birîndar bûn, ji wan 400 kes li nexweşxaneyan e û 62 kes jî di bin çavdêriya hûr de ne.
Xwepêşandan li Kazaxistanê di rojên destpêkê yên sala nû de dest pê kir û xelkê herêma Mangistau ku herêma berhemanîna petrolê ye, li dijî bilindkirina nirxê gazê nerazîbûn nîşan dabûn.
Xwepêşandan li bajarên din jî belav bûn. Li Alma-Ata paytext jî, xwepêşander bi hêzên ewlehiyê re ketin pevçûnan û polîsan bombeyên gazê û dengî bi kar anîn.
Xwepêşandan veguherî pevçûnên tund, alozî, talankirina milkên giştî û taybet, êrîş û şewitandina lastîkan.
Serokê Kazaxistanê Kassym-Jomart Tokayev, ferman da ku komîteyek hikûmetê were avakirin, da ku daxwazên xwepêşanderan bi cîh bîne û bUhayê gazê kêm bike.
Di wê derbarê de, Rêxistina Peymana Ewlekariya Komî (CSTO) îro hêzên aştîparêz şandin Kazaxistanê û tekez kir ku yekîneyeke hêzên Rûsî dest bi cîbicîkirina erkên xwe li wir kirine.