Amerîka pesnê Pêşmerge dide

Balyozxaneya Amerîkayê di daxuyaniyeke xwe de piştevaniya xwe ji bo Iraqê dûpat kir û pesnê qurbanîdana Pêşmergeyê Kurdistanê da.

Hêzên Pêşmerge
Hêzên Pêşmerge

Hewlêr (K24) – Balyozxaneya Amerîkayê di daxuyaniyeke xwe de piştevaniya xwe ji bo Iraqê dûpat kir û pesnê qurbanîdana Pêşmergeyê Kurdistanê da.

Bi boneya Roja Niştimanî ya Artêşa Iraqê ku duh pêncşemê 6ê Çileyê bû, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Tevî beşdariya me di aheng û xweşiya salvegera 101emîn saliya damezrandina artêşa Iraqê, em jî têne rêza hevbeşên xwe yên Iraqê ji bo rêzgirtina li qurbanîdana hêzên ewlehiyê yên Iraqê tevî Pêşmerge.”

Herwiha hat destnîşankirin: “Amerîka bi temamî pabend e bi hevbeşiya stratejîk a pir alî ligel Iraq û bi yaweriya hevbeşên Iraqî berdewam dibe di avakirina Iraqeke geş û demokrat û yekgirtî de.”