Heşda Şeibî vîdyoyeke Qasim Suleymanî ya derbarê Kerkûkê de belav kir

Vîdyoyeke Fermandarê berê yê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî hat belavkirin.

Dema dagirkirina Kerkûkê
Dema dagirkirina Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) – Komên çekdar ên ser bi Heşda Şeibî bi rêya medyaya civakî vîdyoyeke Fermandarê berê yê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî ya derbarê Kerkûkê de belav kir.

Qasim Suleymanî di vîdyoyê de ligel hejmarek ji fermandarên Heşda Şeibî rûniştiye û nexşeyeke serbazî û ewlehiyê ya parêzgeha Kerkûkê li ber wî ye.

Suleymanî bi zimanê Erebî diaxive û çend fermandarên Heşda Şeibî jî li derdora wî axaftina wî erê dikin.

Qasim Suleymanî di vîdyoyê de dibêje: “Şîe bi ser ketin, ji wê yekê bawer bikin, eger li hemû cîhanê ji rojhilat û ji rojava bin, Sunî, Xirîstiyan û Cihû nikarin rê li ber vê serkeftinê bigrin, ev biryara Xwedê ye.”

Yek ji kesên li cem Suleymanî dibêje: “Hacî, projeya Îsraîlê di du saetan de hat têkbirin, ev projeyeke mezin a Îsraîlê bû.”

Kesekî din jî dibêje ku "ev serkeftineke mezin e" bêyî ti şer û zirar, hatiye bidestxistin.

Li gor şert û mercên wê civînê, derdikeve holê ku Qasim Suleymanî piştî rêkeftina ligel beşek ji berpirsên wê demê yên YNKê diaxive, ku tê de 16ê Cotmehê weke bexşîna Xweda bi nav dike.

Ji bo dîtina vîdyoyê bitikîne.

Fly Erbil Advertisment