Şanda hevbeş a PDK û YNKê gihîşte Bexdayê

Ligel Serokomarê Iraqê dicive.

Bexda, wêne: arşîv
Bexda, wêne: arşîv

Hewlêr (K24) – Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi serokatiya Hoşyar Zêbarî û şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya bi serokatiya Îmad Ehmed gihîşte Bexdayê.

Biyar e li Bexdayê herdu şand bi hev re bernameya serdana xwe ya bo Bexdayê û civîna ligel aliyên Iraqî gotûbêj bikin.

Derbarê bernameya serdanê de, şanda hevbeş ligel Serokomarê Iraqê Berhem Ehmed Salih dicivin.

Li gor zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê yê li Bexdayê, PDK û YNK bernameya civînên xwe yên ligel aliyên Iraqî gotûbêj dikin.

Tê çaverêkirin ku mijara Encûmena Bilind a Federal, para Kurdan di artêşê de, para Herêmê di budceyê de, madeya 140 a destûra Iraqê, budceya hêzên Pêşmerge, para Kurdan di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de û postê Serokomariyê gotûbêj bikin û bi hev re li ser van mijaran helwesta hevbeş biaxivin.

Biryar e roja yekşemê 9ê Çileya 2022yan, Parlamentoya Iraqê bi serokatiya endamê herî bi temen, yekem rûniştina xwe li dar bixe.

Di rûniştinê de endamên nû yên parlamentoyê sonda yasayî dixwin û rêkarên ji bo hilbijartina Serokê nû yê Parlamentoya Iraqê cîbicî dikin.

Li gor adeta siyasî ya li Iraqê ya piştî rûxana Be'sê, postê Serokomariya Iraqê para Kurdan e, postê Serokwezîriyê para Şîeyan û postê Serokê Parlamentoyê para Suniyan e.