Welatiyên Diyarbekirê piştgiriya perwerdehiya zimanê Kurdî dikin

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daxwazên ku perwerdehiya zimanê Kurdî mîsoger bibe û zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî berdewam e. Saziyên ku xebatên ziman dimeşînin jî daxwaz dikin ku welatî, ji bo zarokên xwe dersên Kurdî yên bijarde bibijêrin, da ku ew daxwaz jî karîger bibe. Welatî jî ballê dikşînin ku her zimanekî girîng e û divê Kurd jî, bibe zimanê fermî û perwerdeyê.