Serok Barzanî û şandeke hevpeymaniya Teqedum û Azim pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqî guftûgo dikin
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Hevpeymaniya Teqedum û Azim kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî û şandeke bilind a hevpeymaniya Teqedum û Azim, pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqî guftûgo dikin.
Serok Mesûd Barzanî îro 8/1/2022an pêşwazî li şandeke bilind a Hevpeymaniya Teqedum û Azim kir ku ji Mihemed Helbûsî, Xemîs Xencer û Ehmed Cibûrî pêk hatibû.
Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê dawî pêşhatên siyasî yên Iraqê, pêngavên rûniştina yekem a Encûmena Nûneran û pêkanîna hikûmeta nû de hatin kirin.
Her di wê hevdîtinê de tekezî li pêwîstiya nêzîkkirina pêkhateyên Iraqê û berçavgirtina berjewendî û aramiya Iraqê hate kirin.
