HDPê bi saziyên sivîl re civîn li dar xist

Bi mebesta nirxandina kêşe û mijarên rojevê bi saziyên sivîl yên li Diyarbekirê re civîn li dar xist.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Rêvebirên Partiya Demokratîik a Gelan (HDP) yên Diyarbekirê, bi mebesta nirxandina kêşe û mijarên rojevê bi saziyên sivîl yên li Diyarbekirê re civîn li dar xist.

Di destpêka civînê de, Hevserokên HDPê yên Diyarbekirê Zeyad Ceylan û Gulîstan Atasoy bal kişandin ku pirsgirêkên civakî her diçe li Tirkiyê kûrtir dibin û tesîra wan jî li ser Bakurê Kurdistanê û bajarê Diyarbekirê zêdetir tê hest kirin. Loma jî xwestine bi sazî û rêxistinên girseyî yên li Diyarbekirê re, li ser wan kêşeyan nirxandinekî bikin û ji bo çareseriyan, dest bi lêgerînan bikin.

Hevserokê HDPê yê Diyarbekirê Zeyad Ceylan anî ziman ku dê di civînê de, nêrîn û pêşniyarên saziyên sivîl gohdarî bikin û hewl bidin ku ji niha û pê de jî zêdetir di nav pêwendiyan de tevbigerin. Piştî daxuyaniya hevserokan civîn ji çapameniyê re girtî berdewam kir.

Fly Erbil Advertisment