Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serokê Parlamento û her du cîgirên wî kir

Encûmena Nûneran a Iraqê duhî yekem civîna xwe girê da û tê de Desteya Serokatiya Encûmenê hilbijart

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiya telefonî de, hêviya serkeftinê ji Mihemed Helbûsî re xwast ji bo xizmetkirina tevahiya welatiyên Iraqê.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî spas û pêzanîniya xwe ji bo pêwendî û pîrozbahiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîşan da.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Hakim Zamilî û Şaxewan Ebdullah kir, ji ber hilbijartina wan wek cîgirên Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê û hêviya serkeftinê ji wan re xwast.