Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê dike

Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdar im hilbijartina Desteya Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê, bibe destpêka proseyeke siyasî ya dirust li welat

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de pîrozbahî li Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê kir û hêvî kir, hilbijartina Desteya Serokatiya Encûmena Nûneran, bibe destpêka proseyeke siyasî yay a dirust li welat.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de bi boneya hilbijartina Mihemed Helbûsî wek Serokê Encûmena Nûneran, Hakim Zamilî wek Cîgirê Yekem ê Serok û Şaxewan Ebdullah wek Cîgirê Duyem ê Serok, pîrozbahî li wan kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwast.

Di daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê de hat, “Hêvîdar im hilbijartina Desteya Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê, bibe destpêka proseyeke siyasî ya dirust li welat ku komkerê hemû hêz, alî û pêkhateyên welat be û Iraq ber bi qonaxeke nû ji ewlehî, aramiya siyasî û karkirina bi hev re biçe ji bo pêşkêşkirina xizmetên zêdetir û niha û pêşerokeke baştir ji welatiyan re.