Pêşmerge hewleke êrîşa DAIŞê têk bir

Terorîstên DAIŞê hewl dan derbasî sengerên Pêşmerge bibin.

Hewlêr (K24) – Çavkaniyekî ji Lîwaya 3 ya ser bi Hêzên Fermandariya Zêrevanî ya li Mîhwera Naweran ji K24ê re ragihand; komeke 7 kesî ya terorîstên DAIŞê hewl dan derbasî sengerên Pêşmerge bibin, lê hêzên Pêşmerge nehiştin terorîst pêşve biçin.

Çavkaniyê K24ê eşkere kir; hemû pêşmergeyên li sengeran bi silamet in û ti ziyaneke giyanî tune ye, piştî ku Pêşmergeyan gulle li ser çekdaran de reşandine, terorîstên DAIŞê vekişiyane.

Li gor zanyariyên K24ê; ev êrîşa DAIŞê li nêzîkî gundê Barîman bûye, ku dikeve Mîhwera Naweran û di van çend salên dawî de ev yekem car e ku DAIŞ li wê derê hewl dide êrîşî hêzên Pêşmerge bike.