Platforma Ciwanên Kurd: Ji bo zarokên xwe dersa zimanê Kurdî hilbijêrin

"Em bang li her kesî dikin ku di vê mijarê de hestiyartir bin."

Dersa zimanê Kurdî, wêne: arşîv
Dersa zimanê Kurdî, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Platforma Ciwanên Kurd bi boneya kampanyaya hilbijartina dersên Kurdî li dibistanên Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de bang li malbatên Kurd kir ku dersên Kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin.

Daxuyaniya Platforma Ciwanên Kurd wiha ye:

Wek tê zanîn di polên 5, 6, 7 û 8an da mafê dersa bijarte ya Kurdî heye. Pêwîst e malbat serî li saziyên pêwendîdar bidin da ku zarokên wan li dibistanan dersên zimanê Kurdî bibînin.

Em dizanin ku zext û asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî bi serîlêdana bi dersa bijarte bi dawî nabe. Ya rast ew e ku zarokên Kurd li dibistanan bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibînin. Lêbelê, di statûko de şikestinek herî biçûk jî divê em girîng bibînin. Ev pêngava biçûk bi tekoşînek netewî dikare bibe deskeftinek mezintir.

Heta ku me ji dewleta Tirkiyê mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê zikmakî û zimanê Kurdî bi fermî bidin qebûlkirinê divê em serî li dersa bijarte ya Kurdî bidin. Bi vî awayî him zarokên Kurd ji zimanê xwe dûr nakevin him jî mamosteyên ku dersên Kurdî didin di tayînkirina wan de em dibin alîkar.

Weke Platforma Ciwanên Kurd, banga me li malbatên kurd ev e; bo zarokên xwe daxwaza dersa bijarte ya Kurdî bikin. Em bang li her kesî dikin ku di vê mijarê de hestiyartir bin.