Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 9 kes revandin
Rêxistina Mafên Mirovan: Grûpên çekdaran bi awayekî sîstematîk û bi fermanên ji aliyê artêşa Tirkiyê van tawan û binpêkirinan li dijî xelkê Efrînê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 9 kes ji gundên Efrînê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Ehrar El-Şerqiyê roja 8/1/2022an xortê bi navê Îsmet Ehmed Ebdo ji gundê Behdîna revand û li hember berdana wî daxwaza 1 milyon Lîreyên Sûrî kirin.
Wê rêxistinê ragihand jî, çekdarên grûpa Polîsa Leşkerî roja 6/1/2022an, 4 kes (Cîhad Berekat, Xebat Mihemed Hebeş û Mihemed Subhî Hemo) ji gundê Celemê yê li navçeya Cindirêsê revandin.
Amaje bi wê da, piştî malbatên wan revandiyan fidya dan wê grûpê, 3 kes hatin berdan, lê heta niha çarenivîsa Mihemed Subhî Hemo ne diyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan belav kir jî, çekdarên grûpa Mihemed El-Fatih roja 4/1/2022an du kes (Ebdilrehman Kolîko û Dawûd Zênî) ji gundê Memila yê li navçeya Raco revandin. Piştî ku her kesekî ji wan 1200 Lîreyên Tirkî wek fidya dan çekdaran, roja din hatin berdan.
Rêxistina Mafên Mirovan ragihand, çekdarên grûpa Ceyş El-Îslam roja 2/1/2022an xortê bi navê Husên Mihemed ji taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Herwiha belav kir jî, meha Berçileya 2021ê xortê bi navê Ciwan Hac Reşîd ji derbideriyê vegeriyabû gundê xwe Elemdara yê li navçeya Raco, lê dema çû rewşa xwe çareser bike û nasnameya xwe derxîne, ji aliyê çekdarên Feyleq El-Şamê ve hat revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan belav kir jî, serkirdeyê grûpa Silêman Şah, Ebû Emşê baca 2 hezar Dolar li xortê bi navê Hesen Rifet spandiye û gefa lêdanê û eşkenceyê lê xwariye eger bacê nede.
Rêxistina Mafên Mirovan dibêje: Ev kiryarên dijmirovahî yên çekdaran bi awayekî sîstematîk û bi fermanên ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên kirin, armanc jê ew e, welatiyên resen ên Efrînê bi neçarî koçber bibin.