Netewên Yekgirtî şandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê bo 6 mehên din dirêj kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Netewên Yekgirtî şandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê, ji bo 6 mehên din dirêj kir û got, derbaskirina alîkariyan bê destûra rêjîma Sûriyê “pêwîst e” ji bo alîkariya Sûriyan.

Ajansa “AFP” balav kir, Netewên Yekbûyî şandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê, ji bo şeş ​​mehan dirêj kir, bêyî dengdaneke nû di Encûmena Asayişa Navdewletî de.

Berdevkê Netewên Yekgirtî Stephane Dujarric di konferanseke rojnamevanî de ragihand, şandina alîkariyan girîng e, ji bo ku em karibin pêdiviyên mirovî yên hemû gelê Sûriyê pêk bînin.

Di Tîrmeha borî de, Encûmena Asayişa navdewletî destûra veguhestina alîkariyan ji bo heyama şeş mehan, heta 10ê Çileya 2022an, bi rêya deriyê Bab El-Hawa re nû kiribû.

Mekanîzma şandina van alîkariyan, bi giranî xizmeta nêzîkî sê milyon kesên ku li herêma Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê ya ku li derveyî kontrola rejîmê dimîne, dike.

Ji sala 2014an ve û li gor biryareke navdewletî, alîkariyên mirovî di 4 deriyên sînorî re derbasî Sûriyê dibûn. Lê di nûkirina wê biryarê ya 10 Tîrmeha 2021ê de, gihandina alîkariyên mirovî tenê di deriyê Bab El-Hewa yê bi Tirkiyê re hat erêkirin.