Encûmena Wezîran pêkanîna hêza hevbeş gotûbêj dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û çend mijarên girîn gotûgêj dike. Yek ji wan mijaran jî, pêkanîna hêza hevbeş û dabînkirina pêwîstiyên Pêşmerge ye.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 12/1/2022an bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive û van mijarên li jêr gotûgêj dikin:

- Dawî pêngavên hevahengî û hevkariyan di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo pêkanîna hêza hevbeş û dabînkirina pêwîstiyên Pêşmerge.

- Amadekariyên wezaretên pêwendîdar derbarê biryarên civîna Komîta Bilind a Rûbirûbûna Vîrûsa Koronayê û tomarkirina pênc haletên Omicronê li Herêma Kurdistanê.

- Derencamên karên tîma hevbeş a Dîwana Çavdêriya Darayî ya Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê.

- Gufûtogkirin li ser çend babetên din ên taybet bi navxweya Herêma Kurdistanê.