Şaredariya Hewlêrê zeviyekê ji bo avakirina 70 kargehên mezin diyar dike
Ev projeyên mezin dê roleke mezin di vejandina aboriyê de bilîzin û dê derfetên kar ji bo hezaran kes li bajêr peyda bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredariya Hewlêrê zeviyek ji dirustkirina 70 kargehên mezin ên pîşesaziyê diyar kiriye û derfetên kar ji hezaran kes tên peydakirin.
Wezareta Şaredariyê ragihand, bi armanca firehkirina sektora pîşesaziyê li bajarê Hewlêrê, Serokatiya Şaredariya Hewlêrê di sala 2021ê de zeviyek ji dirustkirina 70 kargehên mezin ên pîşesaziyê diyar kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, di çarçoveya siyaseta Herêma Kurdistanê de, sektora pîşesazî ber bi pêş ve diçe, ev jî projeyên mezin dê roleke mezin di vejandina aboriyê de bilîzin û dê derfetên kar ji bo hezaran kes li bajêr peyda bikin.
Kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji dema damezrandina xwe ve, kar li ser firehkirina çavkaniyên dahatê dike pêşdebirina sektorên pîşesazî, geştyarî û çandiniyê de dike ku bi riya van projeyan, bi hezaran derfetên kar peyda dibin.