Li Wanê qedexe bo 15 rojan hat dirêjkirin
Qedexeya meş û xwepêşandan û civînan bo dema 15 rojan hat dirêjkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya meş û xwepêşandan û civînan bo dema 15 rojan hat dirêjkirin.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Li parêzgeha Wanê qedexeya ji sala 2016an ve berdewam e careke din bo dema 15 rojan hat dirêjkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Wanê ve hatiye belavkirin, ji 14ê Çileya 2022an heta 28ê Çileya heman salê, bo dema 15 rojan hemû cure çalakiyên wek meş, xwepêşandan û civînan li wê parêzgehê qedexe ne.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku bi armanca “yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê” biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.
Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyan li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.