Almanya cezaya girtinê hetahetayê li efserekî berê yê îstixbarata Sûriyê birî
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeheke Almanyayê, cezaya zîndanîkirina hetahetayê li efserê berê yê Îstixbarata Sûriyê Enwer Rislan birî.
Ajansa “AFP” belav kir, Dadgeha Bilind li bajarokê Koblenz a Almanyayê, bi tometa pêkanîna tawanên li dijî mirovahiyê, cezaya zîndanîkirina hetahetayê Enwer Rislan birî.
Enwer Rislan bi kuştina 58 kesan û eşkencedana nêzîkî 4 kesan di “Şaxa 251” a Îstixbarata Sûriyê de di salên 2011 û 2012an de hat tawanbarkirin.
Dadgehê biryara xwe ji 100 îfadeyan û gelek kesên ku ji eşkenceyê rizgar bûne girt ku di dadgehê de rûbirûbû serokê berê yê Lêpirsanan di “Şaxa 251” a Îstixbarata Sûriyê de Enwer Rislan bûn.
Rislan îfadeyên xwe yên berê sererast kirin û li wê yekê mikur hat ku di “Şaxa 251” de eşkence hatine kirin, lê wî berpirsyariya xwe di der eşkenceyan de red kir.
Enwer Rislan piştî ku di sala 2012an de ji Sûriyê reviyabû, koçberî Almanyayê bû û dadgehkirina wî di 23ê Nîsana 2020an de li Koblenzê dest pê kiribû.
Pêştir di Sibata 2021ê de jî, dadgehê bi tometa “tawanên li dijî mirovahiyê” cezaya zîndankirina çar sal û nîv li efserê Sûrî Iyad El-Xerîb birî.
Li gorî dadger, Iyad El-Xerîb di sala 2011an de, 30 xwepêşanderên li dijî rêjîma Esed, biribûn zindana eşkencekirinê ya bi serokatiya tawanbar Enwer Rislan.
Anwer Rislan û Iyad El-Xetîb piştî revîna wan bo Almanyayê, ji aliyê qurbaniyên eşkenceyan ve hatin naskirin û di sala 2019an de hatine desteserkirin.