Yûnanistan hevkariyên akademî pêşkêşî Pêşmerge dike

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn pêşwazî li Konsulê Giştî yê Yûnanistanê yê li Herêma Kurdistanê Stavros Kyrimis û şanda pê re kir.

Hêzên Pêşmerge
Hêzên Pêşmerge

Hewlêr (K24) – Birîkarê Wezareta Pêşmerge ligel Konsulê Giştî yê Yûnanistanê yê li Herêma Kurdistanê li ser hevkarîkirina Pêşmerge ji aliyê akademî û dabînkirina derfeta xwendinê gotûbêj kirin.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand; Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn pêşwazî li Konsulê Giştî yê Yûnanistanê yê li Herêma Kurdistanê Stavros Kyrimis û şanda pê re kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin; Serbest Lezgîn rola gel û hikûmeta Yûnanistanê di hevkariya hêzên Pêşmerge de bilind nirxand, bi taybetî di dema rûbirûbûna ligel çekdarên DAIŞê de.

Wezareta Pêşmerge tekez kiriye ku Konsulê Giştî yê Yûnanistanê spasiya Wezareta Pêşmerge kiriye ji ber ku ji bo karê bi hev re derfet pêk aniye.

Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge destnîşan dike ku planek ji bo dayîna çend waneyan bo hêzên Pêşmerge, ji aliyê Pisporê Asayîş û Berevanî û Dîroknûsê Fikra Siyasî Prof. Vasileios Syros hatiye amadekirin.

Konsulê Giştî yê Yûnanistanê diyar kir: “Bi mebesta bilindkirina şiyanên zanistî yên Pêşmerge, me planek ji bo pêkanîna derfeta xwendinê û bidestxistina bawernameyên master û bekaloryûs li Yûnanistanê ji bo Pêşmerge heye.”

Dîmenek ji civînê