Li nava Efrînê xwekujekî xwe teqand

Li nêzîkî baregeha grûpa çekdar a bi navê Ceyş El Îslam

Hewlêr (K24) – Li nava bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê xwekujek xwe teqand.

Jêderek ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand; li bajarê Efrînê li nêzîkî baregeha grûpa çekdar a bi navê Ceyş El Îslam, xwekujekî xwe teqand.

Li gor zanyariyên destpêkê; di teqînê de tenê êrîşkar miriye û ziyan negihîştiye canê ti kesî.

Her îro li bajarê Ezazê jî teqînek rûda û di encama teqînê de çekdarek hat kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Teqîna li Ezazê
Teqîna li Ezazê

 

Fly Erbil Advertisment