Li Kerkûkê teqe li mala pêşmergeyekî hat kirin

Peyamnêrê K24ê ragihand; teqe li mala Rayîd Îhsan.

Hewlêr (K24) – Li bajarê Kerkûkê gulle li mala pêşmergeyekî hat berdan, li gor zanyariyên K24ê ziyan negihîştiye canê ti kesî.

Peyamnêrê K24ê ragihand; teqe li mala Rayîd Îhsan, pêşmergeyê li Fewca Du ya Lîwaya Yek a ser bi Wezareta Pêşmerge hat kirin, di êrîşê de ziyan negihîşt canê ti kesî.

Rayîd Îhsan ji K24ê re diyar kir: “Vê sibê li ser motorsîkletekê du kesan teqe li mala min kirin û reviyan.”

Pêşmerge Rayîd Îhsan eşkere kir; gulle li dar û dîwarê mala wî ketine. Herwiha ji aliyên pêwendîdar daxwaz dike ku can û mala xelkê biparêzin.