Serok Barzanî ligel Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê civiya

Li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhateyên herî dawî yên siyasî, amojgarî û rênimayên pêwîst bo amadebûyên civînê xiste rû.

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro pêncşemê 13ê Çileya 2022yan li Selahedîn ligel Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê civiya.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahî li Seroka Fraksiyon û Berdevka Fraksiyona PDKê yên li Parlamentoya Iraqê kir û di erk û karên wan de ji bo wan hêviya serkeftinê xwest.

Herwiha di civînê de Serok Barzanî li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhateyên herî dawî yên siyasî, amojgarî û rênimayên pêwîst bo amadebûyên civînê xiste rû.