Hereketa Azadî ji bo dersên Kurdî li Diyarbekirê pankart daliqandin
Dema hilbijartina dersên bijarte di 21ê Çileyê de bi dawî dibe.

Diyarbekir (K24) - Hereketa Azadî li gelek deverên Diyarbekirê pankartên dersa bijarte ya Kurdî daliqandin.
Dema hilbijartina dersên bijarte yên ku di sala perwerdehiyê ya 2022-2023an de li dibistanên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê tên dayîn di 21ê Çileyê de bi dawî dibe.
Divê xwendekar û dê û bavên wan, heta 21ê Çileyê rêveberên dibistan an ji qursên xwe yên bijarte agahdar bikin û qeydên xwe çêbikin.
Herwiha di çarçoveya Ziman û Zaravayên Zindî (polên 5, 6, 7 û 8) de ders bi zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî tên dayîn.
Li Bakurê Kudistanê gelek partî û saziyên sivîl ji bo dersên Kurmancî û Zazakî bên hilbijartin gelek pêşniyar û kampanya dane destpêkirin.
Ji aliyên Hereketa Azadî ve jî li Diyarbekirê gelek nuqteyan pankartên dersa bijarte ya Kurdî hatin daliqandin.
Li ser pankartên Hereketa Azadî Zazakî û Kurmancî hatiye nivîsandin “Ma ziwanê xwu weçînenê, em zimanê xwe hildibijêrin.”