"Tendirustiya Şêx Şamo ber bi başbûnê ve diçe"
Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Êzidiyan Şêx Şamo ji ber nexweşiyê li Enqerê tedawî dibe.
Hewlêr (K24) – Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Êzidiyan Şêx Şamo ji ber nexweşiyê li Enqerê tedawî dibe. Kurê Şêx Şamo ragihand; tendirustiya wî ber bi başiyê ve diçe.
Şêx Şamo du hefte berê bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ket û çar roj in li Enqerê li nexweşxaneyê tedawî dibe.
Kurê Şêx Şamo, Nêçîr li Enqerê li nexweşxaneya ku bavê wî tê de ye ji K24ê re ragihand; tendirustiya Şêx Şamo heta radeyekê baş e û got: “Sîngê wî ji Koronayê zirareke mezin dîtiye, lê ne bi wê şêweyê ku çareserî nebe, doktor bi hêvî ne û em hêvî dikin rewşa Şêx ber bi başiyê biçe.”
Herwiha eşkere kir; Bijîşk dibêjin ji bo tendirustiya wî hinek dem divê, tiştên pêwîst ew ê bikin û rewşa wî hêdî bi hêdî ber bi başbûnê ve biçe.
Kurê Şêx Şamo spasiya Serok Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û ragihand; ew rewşa Şêx Şamo dişopînin û tiştên pêwîst ji bo çareseriya tendirustiya wî texsîr nekirine.