Li Rojhilat kolberek hat kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ragihand; hêzên Îranê li sînorê Kêlê gule li karwanekî kolberan berdane.

Kolber, wêne: arşîv
Kolber, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Di nava du rojan de li Rojhilatê Kurdistanê kolberek hate kuştin, 2 kolber birîndar bûn û 3 kolber jî winda bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw di raportekê de ragihand; duh 14ê Çileya 2022yan hêzên çekdarên Îranê li sînorê Kêlê gule li karwanekî kolberan berdane û kolberek hatiye kuştin.

Hat ragihandin; navê kolberê hatiye kuştin Mêhran Rehmanî ye û temenê wî 24 salî ye û xalê Mêhran ê bi navê Îbrahîm Rehmanî yê 45 salî û kolberekî din ê bi navê Hawrê Ehmedî jî birîndar bûne.

Ew sê kolber xelkê gundê Menîcelan û Kêlê yên ser bi qeza Bane ne.

Li aliyê din, sê kolberên xelkê gundê Bawan ê ser bi navçeya Mirgever a parêzgeha Urmiyê yên bi navên Barzan Mîhenî, Esed Seydanîferd û Behlûl Seydanîfer ber aşûta dola Binar ketine û winda ne.