Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Doc. Marif Omer Gul dike
Prof. Doc. Marif Omer Gul çendîn lêkolîn û pirtûk li ser jenosayda Kurdan nivîsîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de sersaxiyê li malbata Prof. Doc. Marif Omer Gul dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi mixabinî ve, min nûçeya koça dawiyê ya nivîskar, helbestvan, ronakbîr û kesayetiya naskirî ya bajarê Silêmaniyê Doc. Marif Omer Gul bihîst. Pirse û sersaxiyê li mabata wê yê birêz dikin û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide kesûkar, dost û hevalên wî.”
Akademiyenê Kurd Prof. Doc. Marif Omer Gul îro di 66 saliya xwe de ji ber nexweşiyê, li nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê koça dawiyê kir.
Doc. Marif Omer Gul çendîn lêkolîn û pirtûk li ser jenosaydê û jenosayda Kurdan nivîsîbûn, herwiha hejmarek ji hunermendên Kurd ên wek Ednan Kerîm û Peyman Omer jî helbestên wî kiribûn stran