Herêma Kurdistanê amadekariyan ji bo dariştina projebudceya xwe ya sala 2022ê dike
Rêvebera Giştî ya Budceyê di Wezareta Darayî û Aborî de Perwîn Nûrî: Herêma Kurdistanê sûdê ji “lêçûnên serwerî” nabîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirseke pilebilind ê Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê îro Şemiyê piştrast kir, nivîsandina projeyasaya budceya Herêma Kurdistanê bo sala 2022ê berdewam e.
Rêvebera Giştî ya Budceyê di Wezareta Darayî û Aborî de Perwîn Nûrî ragihand, ji sala 2014ê ve budceya Herêma Kurdistanê nebû, kapîneya nehem jî hemû amadekariyan bo amadekirina budceyê dike.
Derbarê birîna bûdceya geşepêdana parêzgehê de jî, Perwîn Nûrî got, piştî ku Bexdayê pişka Herêma Kurdistanê ji sala 2014ê ve birîbû, tevahiya bûdceyê bo parêzgehan jî rawestiyabû.
Destnîşan kir jî, şandên Herêmê yên ku li Bexdayê danûstandinan dikin, divê kar li ser wê yekê bikin ku lêçûnên serwerî wek salên darayî yên 2005 û 2006 sînordar bikin.
Diyar kir, lêçûnên serweriyê di sala 2005 û 2006 ji 6 paragraf pêk dihat, lê niha bûne 125 paragraf, Herêma Kurdistanê jî bi tiştekî sûdê jê nabîne.
Rêvebera Giştî yê Budçeyê got: “Sala borî me guftûgo li ser wê babetê kir. Divê em hesabê li gel Iraqê bikin ku em beşekê ji dahatê ji hikûmeta federal re bişînin, Bexda jî pişka Herêma Kurdistanê ku ji sedî 12.67 hatiye danîn, bişîne.”