Serok Barzanî pêşwazî li Izet Şabender kir
Di hevdîtinê de, pêşhatên dawiyê yên proseya siyasî ya Iraqê hatin guftûgokirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 15/1/2022an pêşwazî li kesayetiya siyasî ya Iraqê Izet Şabender kir.
Di hevdîtinê de, dawî pêşveçûnên li pêş proseya siyasî ya Iraqê û encamên hilbijartina Encûmena Nûneran a Iraqê yên Cotmeha borî hatin gotûbêjkirin.
Her di vê hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser rêyên çareseriyê yên ji bo derbaskirina qeyran û astengiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê.