Serok Barzanî pêşwazî li Seroka Komisyona Amerîka ya Azadiya Olî kir
Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa olan û pêkevjiyana pêkhateyan li Kurdistanê û berdewamiya ferhenga pêkvejiyanê de hatin kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 16/1/2022an pêşwazî li Seroka Komisyona Amerîka ya Azadiya Olî Nadine Mainza kir.
Di hevdîtinê de, Seroka Komisyona Amerîka ya Azadiya Olî pêzanîna wê ji bo siyaseta Serok Barzanî û rola dîrokî ya malbata Barzanî di kûrkirina pêkvejiyanê û parastina azadiya netewî û olî li Kurdistanê hebû.
Herwiha Seroka Komisyona Amerîka ya Azadiya Olî qurbanîdana Pêşmerge di şerê DAIŞê de û mêvandariya xelkê Kurdistanê û hewandina bi sedan hezar koçber jî, bilind nirxand.
Her di wê hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa olan û pêkevjiyana pêkhateyan li Kurdistanê û berdewamiya ferhenga pêkvejiyanê de hatin kirin.
Rewşa siyasî ya Sûriyê, jiyan xelkê û pêwendiyên di navbera aliyên siyasî yên Kurdên Sûriyê, mijarên mijareke din a wê hevdîtinê bû.