Ji bo Tifaqa Demokrasiyê HDP û 7 partiyên din dicivin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser banga HDP'ê, nûnerên TÎP, SMF, EMEP, TOP, Partiya Çepgir, Malên Gel û TKP'ê bi rojeva "Tifaqa Demokrasiyê" tên cem hev.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 27'ê Îlona 2021'an de bi "Deklerasyona Banga Aştî, Edalet û Demokrasiyê" banga "Tifaqa Demokrasiyê" kir. Demeke direj e jî HDP'ê xebatên vê derbarê de didomîne. Di rojên pêş de wê HDP'ê bi nûnerên partî û rêxistinên derveyî pêkhateyên xwe re bê cem hev.
Di vê çarçoveyê de dê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, di 18'ê çileyê de li Enqerê bi nûnerên Partiya Kedê (EMEP), Malên Gel, Partiya Çepgir, Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) bicivin.
Tê payîn di civînê de nîqaşên Tifaqa Demokrasiyê ku li dijî krîza piralî hêvî mezin bike û baweriyê ava bike bên kirin. Her wiha wê mîsyona Tifaqa Demokrasiyê ku armanc dike hemû beşên civakê tê de cih bigirin weke hêza pêşeng a guherîn û veguherîna demokratîk bê destgirtin.
Hevpariya Têkoşînê
HDP, li Tirkiyeyê têkoşîneke berfireh a hevpar a hêzên şoreşger, sosyalîst û çepgir armanc dike. Di civîna weke tûra destpêkê tê plankirin de, dê kesên li Tirkiyeyê têkoşîna ekolojiyê didin, ciwan, jin, kedkar, mexdûr, bindest û cihêkarî li wan tê kirin rê û rêbazên avakirina têkoşîna hevpar û welatîbûna wekhev bê nîqaşkirin.