Korbenda “Çandinî Dahata Me Ye” li Hewlêrê birêve diçe
Korbend bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Çandiniyê û Desteya Weberhênanê bi sponseriya medyayî ya Kurdistanê bi navnîşana “Çandinî Dahata Me Ye” korbendekê li Hewlêrê li dar dixin û tê de guftûgo derbarê weberhênana di sektora çandiniyê de di çend panelan de tê kirin.
Korbenda “Çandinî Dahata Me Ye” îro 17/1/2022an li Hewlêrê dest pê kir ku ji aliyê Wezareta Çandiniyê û Desteya Weberhênanê ve tê birêkxistin.
Di destpêka korbendê de, Wezîra Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî gotaretek pêşkêş kir û ragihand, “Bi hêvî me, em bi hev re tiliya xwe danin ser kêmasiyan û siyaseta xwe ya pêşerojê darêjin. Em hewl didin hemû planên me di vê derbarê de danîne, bi cih bikin.”
Herwiha got: "“Ez spasiya Kurdistan24ê dikim ku îro sponserî vê korbendê dike. Em hêvîdar in ku em bi hev re tiştên ku em dixwazin, pêşkêşî gelê Kurdistanê bikin.”
Ji aliyê xwe ve, Serokê Komîteya Weberhênanan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî di gotarekê de li vê korbendê got: “Ev destpêkeke baş e ji bo cîbicîkirina siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dîtin û ramanên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo kar û xizmeta gelê Kurdistanê bikin.”