Serokwezîrê Herêma Kurdistanê êrîşa li Îmaratê şermezar kir

"Ev aloziya metirsîdar ji bo nearamkirina navçeyê ye."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; ew bi tundî êrîşa terorî ya li bajarê Ebû Dabî yê Îmaratê şermezar dike û ev aloziya metirsîdar ji bo nearamkirina navçeyê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Em hevxwemiya xwe ji bo birîndar û malbatên qurbaniyan tînin ziman, Herêma Kurdistanê piştevaniya xelk û hikûmeta Îmaratê dike.”

Polîsê Ebû Dabî ragihand; vê sibê 17ê Çileya 2022yan, êrîşî firokexaneya bajarê Ebû Dabî hat kirin û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.