Almanya bi tometa “tawanên li dijî mirovahiyê” bijîşkekî Sûrî dide dadgehê
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeheke Almanî ragihand, roja Çarşema bê, dest bi darizandina bijîşkê Sûrî Alaa Mûsa bi tometa “kiryarên eşkence û kuştina girtiyan” dike.
Encûmena Pîran a Parastina Dewletê ya ser bi Dadgeha Bilind a Herêmî ya Frankfurtê ve, dê lêpirsînê bi Alaa Mûsa re bi tometên “kiryarên li dijî mirovahiyê” bike.
Mûsa 36 salî ye û bi eşkencekirina girtiyan li nexweşxaneyeke leşkerî û zindaneke Îstixbarata Leşkerî li bajarê Humsê di navbera salên 2011 û 2012an de û herwiha bi tawana kuştina bi derziyên bijîşkî û gihandina ziyanên laşî û derûnî bi girtiyên opozisyonê, tê tawanbarkirin.
Bijîşkê Sûrî Alaa Mûsa sala 2015an çûbû Almanyayê û li wir karê bijîşkiyê dikir, berî were eşkerekirin ku ew bi îstixbarata rejîmê re kar dikir. Alaa Mûsa roja 19ê Hezîrana 2020an hatibû girtin.
Ev yek di demekê de ye, dadgeheke Almanyayê roja 13ê vê mehê bi tometa tawanên li dijî mirovahiyê, cezaya zîndanîkirina hetahetayê li efserê berê yê Îstixbarata Sûriyê Enwer Rislan birîbû.