Endamekî PYKê li Hesekê hat revandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpeke çekdar li bajarê Hesekê endamekî Partiya Yekîtiya Kurdistanî (PYK) revand.
Jêderekî ji PYKê ji K24ê re ragihand, çekdarên ser bi PYDê ve, endamê Rêxistina Hesekê ya PYKê Jîndar Berekat ji cihê karê wî revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.
Wî jêderî destnîşan kir, pêştir di roja 19/12/2021ê de jî grûpekê narincokek avêtibû mala Jîndar Berekat, lê ti ziyanên canî nebûn.
Her car endam û alîgirên ENKSê û partiyên di nava ENKSê de tên revandin û ENKSê berpirsatiya revandina wan dixie stûyê PYDê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve.